Li Fermandariya Cendirmeyan çawişên pispor gule barandin hev
Li Fermandariya Cendirmeyan çawişên pispor gule barandin hev
Li Fermandariya Cendirmeyan çawişên pispor gule barandin hev
Li Fermandariya Cendirmeyan ya bajarê Elezîzê ji ber sedemekî ku nehate zanîn, du çawişên pispor gulebarandin hev. Di bûyerê de çawişekî pispor mir, yê din jî giran birîndar bû.
Bûyer şeva din li Fermandariya Cendirmeyan ya bajarê Elezîzê rû da. Du pisporên li Fermandariyê peywirdarin û navên wan nehatin zanîn, di odeya têde bûn bi demanceyan guleberdan hev. Personelên ku li ser dengê guleyan hatin odeyê de, diyarkirin ku çawişekî pispor miriye. Çawişê pispor yê giran birîndar bûyî jî rakirin nexweşxaneyê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpê kirin.