Li fezayê bi milyonan kunên reş ên mezin hatin dîtin

Li fezayê bi milyonan kunên reş ên mezin hatin dîtin

Teleskopa nû ya ku ji NASA’yê ew şand fezayê, di gerdûnê de bi milyonan kunên reş ên û nêzî hezar galaksî vedît.

NASA’yê encamên dîmenên ji aliyê Kaşîfa Lêkolînê ya xwediyê Bergeha Fireh a Enfarûj Fiz (WISE) a ku di sala 2009’ê de ji NASA’yê ew şandibû fezayê, aşkere kir. Hate diyarkirin ku WISE’yê nêzî 2,5 milyon kunên reş ên nû vedît, her wiha gelek stêrkên ji rojê mezintir û nêzî hezar galaksiyên nû dît.

Berdevkê NASA’yê Daniel Stern di daxuyaniya da de ragihand ku WISE’yê bi teknîkek taybet kuna reş ên nû yên ku beriya niha nedihatin dîtin, vedîtiye û bal kişand ku ev dane ji bo lêkolînkirina şiklên galaksiyan pir girîng in.

NASA’yê ragihand ku ew ê di rojên pêş de encamên WISE’yê bi dest xistine, bi raya giştî re parve bikin.