Li Filîpînan hejmara miriyan zêde dibe

Li Filîpînan hejmara miriyan zêde dibe

Her ku diçe hejmara kesên di encama bagera Bopha ya tropical a li girava Mindanao ya Filîpînanê de jiyana xwe ji dest didin zêdetir dibe.

Hate aşkerekirin ku heta niha zêdetirê 80 kesan jiyana xwe ji dest daye û bagera dijwar rê li ber hilweşandineke mezin vkieiyr. Lê tê diyarkirin ku yekîneyên rizgarkirinê li cihên ku gihiştine li rastî cenazeyên nû yên mirovan tên.

Hat diyarkirin ku bager niha derbasî girava Palawan dibe û beriya bager bigihe bi dehhezaran kes ji van giravan hatin veguhestin.

Li bajarê New Bataanê di encama lehiyeke ji nişka ve 43 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lehî û heriya gihiştiye qûntarayên çiyayan û gelek lehî gihiştiye dibistanên li gundan ên ku weke stargeh tên bikaranîn jî.

Waliyê Eyaleta Compostela Valley Arturo Uy ogt; "Me digot qey em di ewlehiyê de ne. Lê nedizanîn ku av di rêya wan de ye.” Herî zêde eyelayeta Compostela Valley ji bagera dijwar a li girava Mindanaoyê bandor bû. Tê diyarkirin ku li eyaleta cîran Davo Orientalê hejmara miriyan di navbera 30-50 kesan de ye.

Rayedaran da zanîn ku xebatên rizgarkirinê didomin û rayedarek agahî da AFPê û diyar kirk u li derve term hene û ew naxwazin nexweşî belav bibin.

Salane li welatê Filîpînan ê ku ji giravan pêk tê derdora 20 bager radibin. Di her carekê de bager dibin sedema mirina gelek kesan û rê li ber hilweşînên mezin vedikin. Di encama bagera Washi ya sala par li girava Mindanaoyê rabû de 1500 kes jiyana xwe ji dest dan.