Li Filîpînan zêdetirê hezar kesî mirin

Li Filîpînan zêdetirê hezar kesî mirin

Hejmara kesên di encama bagera Bopha ya li Filîpînanê de jiyana xweji dest da 1000’ê derbas kir.

Serokê Daîreya Parastina Sivîl Benito Ramos ragihand ku ew heta niha gihiştine termê 1020 kesî. Ramos diyar kir ku heta niha jî 844 kes winda ne û da zanîn ku xebatên wan rizgarkirinê berdewam dikin.

Li eyaletên Davao Oriental û Compostelayê bikarin termên kesên winda bûne peyda bikin, destûrên ji bo cejna Noelê hatin betalkirin.

Salane li welatê Filîpînan ê ku ji giravan pêk tê derdora 20 bager radibin. Di her carekê de bager dibin sedema mirina gelek kesan û rê li ber hilweşînên mezin vedikin. Di encama bagera Washi ya sala par li girava Mindanaoyê rabû de 1500 kes jiyana xwe ji dest dan.