Li Filîpînanê aliyan ji bo xweseriyê li hev kir

Li Filîpînanê aliyan ji bo xweseriyê li hev kir

Di çarçoveya hevdîtinên di navbera hukûmeta Filîpînan û Eniya Rizgariya Îslamî ya Moro (MILF) ya li başûrê welêt ji bo serxwebûnê têdikoşe de, li ser xweseriyê li hev kirin. Hukûmetê qebûl kir ku navê herêma başûr a ku piraniya şêniya wê misilman in lê dijîn bibe herêma xweser a “Bangsamoro”.

Serokomarê Filîpînan Benigno Aquino ragihand ku wana di hevdîtinên aşitiyê de yên bi MILF a ku 15 sal in şer dike, li hev kirine. Aquino diyar kir ku peymana dawî ya di navbera her du aliyan de di dawiya salê de ye û got; “Ev peymana çarçove teqez rê li ber aşitiya mayînde li Mindanoyê vedike.”

Ji alîkarên serokê karê siyasî yên MILF’ê Gazalî Jaafar daxuyanî dan ajansa nûçeyan a Frensî AFP’ê û diyar kir ku ew ji ber vê peymanê pir keyfxweş bûne. Jaafar got; “Em pir kêfşxweş in. Ji bo vê malavahiya Serokkomar dikin.”

ÊDÎ HERÊMA MISILMANAN XWESER E

Li herêma başûr a ku weke herêma xweser hate îlankirin, misilman diijîn. Bi vî awayî Herêma Xweser a Bangomoro ku ji gelê Moro pêk tê, dê bê avakirin. Her wiha, dê hêzên çekdar ên MILF’ê bibin hêzên polîs û yekîneyên ewlekariyê yên herêma xweser. Li gorî peymanê dê Komîsyona Demkî sîstema xweseriyê têxe meriyetê.

ALOZIYA 40 SALAN

Eniya Rizgariya Îslamî ya Moro (MILF) ev 40 sal in li herêma başûrê welat ji bo serxwebûna gelê Moroyê têdikoşe. Di encama têkoşîna gelê Moroyê de zêdetirê 120 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.