Di navbera hukûmeta Filîpînan û rêxistina bin navê Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê (MILF) de, peyaman aşitiyê ya ku xweseriya herêma li bajarê welat Moroyê nas dike, hate îmzekirin.
Her du aliyan di destpêk a meha cotmehê de li Malezyayê li ser peymana çarçoveya aşitiyê li hev kirin. Peyman bi merasima li Koçka Serokkomariyê pêk hat de hate îmzekirin. Peyman aşitiyê bi şahidiya Serokkomarê Filîpînê Benigno Aquino, Serokê Melezyayê Najib Razak û Rêberê MILF’ê Murad Ebrahim, pêk hat.
ÊDÎ HERÊMA MISILMANAN XWESER E
Li herêma başûr a ku weke herêma xweser hate îlankirin, misilman diijîn. Bi vî awayî Herêma Xweser a Bangomoro ku ji gelê Moro pêk tê, dê bê avakirin. Her wiha, dê hêzên çekdar ên MILF’ê bibin hêzên polîs û yekîneyên ewlekariyê yên herêma xweser. Li gorî peymanê dê Komîsyona Demkî sîstema xweseriyê têxe meriyetê.
ALOZIYA 40 SALAN
Eniya Rizgariya Îslamî ya Moro (MILF) ev 40 sal in li herêma başûrê welat ji bo serxwebûna gelê Moroyê têdikoşe. Di encama têkoşîna gelê Moroyê de zêdetirê 120 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.