Li Fîlîpînê di bagera yekemîn ya îsal de du kesî jiyana xwe ji dest da. Nûnerê Daîreya Parastina Sivîl Benîto Ramos, diyar kir ku li bagera ‘Mavar’ ku di saetê de 120 kîlometreyî bi li herêma çiyayî ya bakur xistiye berbi başûr ve diçe û got ku heta niha du zarokan jiyana xwe ji dest daye.
Ramos di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku zarok li herêma bakurê Palavan di çem de xeniqîne. Her wiha li gorî agahiyên Ramos ji ber bagerê dîsa 5 kes ku tê gotin masîgir bûn wenda bûne û 16 kes jî birîndar bûne.
Li Fîlîpînê her sal nêzî 20 caran bahoz radibe û di encamê de zirarên mezin dertên holê.