Li Frankfûrt û Den Haag’ê çalakiyên edaletê

Li Frankfûrt û Den Haag’ê çalakiyên edaletê

Bi armanca zelalkirina komkujiya li Parîsê, li bajarê Elmanya Frankfûrt û bajarê Holanda Den Haag'ê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.. 

Di 260. roja qetilkirina jinên şoreşger ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Meclîsa Jinan a Amaara li Frankfûrtê bi daxwaza edaletê çalakiyek lidar xist. 

Kurdistaniyên ronînekirina komkujiyê li ber Konsolosa Fransayê şermezar kirin û bi awayekî sembolî 3 darbestên bi paçên reş hatibûn pêçandin, hilgirtin.

Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmên “Em ne ji bîr dikin, ne jî efû dikin”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Jinên ku li bajarên Hollanda Den Haag û Amsterdamê dijîn, li pêş Konsolosa Fransayê ya li Den Haag’ê hatin cem hev.

Jinan pankartên bi nivîsa “bê dengiya we ya li hember komkujiyê, ji hevpariya we tê” hilgirtin û peyamên heya komkujî zelel bibe, emê çalakiyên xwe berdewam bikin, dan.