Li Frankfûrt û Tîrolê komkujiya li Geverê hat protestokirin

Li Frankfûrt û Tîrolê komkujiya li Geverê hat protestokirin

Li bajarê Almanya Frankfûrt û li herêm Tîrol a Awûstûryayê, komkujiya li Geverê hat prostokirin.

Li bajarê Almanya Frankfûrtê, komkujiya li navçeya Colemêrg Geverê ku ciwanên Kurd Reşît û Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçû ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, hat protestokirin.

Ciwanên duh êvarê saet di 18:00 de li Haûptwache hatin cem hev meşiyan. Ciwanan pankarta bi nivîsa "Emê hesabê komkujiya Geverê bipirsin" a bi zimanê Almanî vekirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Gelê Geverê ne bi tenê ye", "Terorîst Tirkiye", "Bijî Berxwedana YPG" qîriyan. Meş saet di 19:00 de bi dawî bû.

Li bajarê Awûstûrya Tîrolê jî, der barê komkujiya Geverê de standa agahdarkirinê hat vekirin. Li standa ku duh nîvro hat vekirin de belavok hatin belavkirin û der heqê komkujiyê de agahî hatin dayîn.