Li Frankfurtê mîtînga piştgiriya Kobanê

Li Frankfurtê mîtînga piştgiriya Kobanê

Li bajarê Elmanya Frankfurtê, bi armanca destekkirina gelê Kantona Kobanê û hêzên YPG/YPJ'ê yên li dijî êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê li ber xwe didin, meş û mîtîngek hat lidarxistin.

Meş û mîtînga ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfurtê ve hat organîzekirin, bi beşdariya nêzî 500 kesî pêk hat.

Di meşa beriya mîtîngê de pankartên bi nivîsa "Bila êrîşên li dijî Kobanê bên rawestandin", "Jin û zarokên Kurd li Kurdistan û Sûriyeyê bi awayekî hovane tên qetilkirin" hatin hildan û dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin qîrîn.

Di mîtînga li dû meşê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Frankfurtê Mehmet Emîn Yildiz axivî û diyar kir ku êrîşên li hemberî Kobanê bi hevkariya bi Tirkiyeyê re tên kirin.

Yildiz da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê beriya niha li Şengalê planên komkujiyê kirin, lê belê ev plan bi "bexwedana lehengî" ya hêzên YPG û YPJ'ê hatine pûçkirin û got, "Komkujî û hesabê heman çete û hêzên pişt wan ên li ser Kobanê, wê îro jî bên pûçkirin."

Yildiz ragihand ku li Kobanê her kes li çeperên berxwedanê cih girtine û têkoşîneke bi rûmet dimeşînin û got, "Divê me Kurdên li Ewropayê jî, êrîş û komkujiyên DAIŞ'ê li qada navneteweyî teşhîr bikin."

Yildiz da zanîn ku divê ti Kurd li pêşberî êrîşên li hemberî Kobanê bêdeng nemîne û got, "Roj roja xwedîderketina li Kobanê, li azadî û rûmetê ye."

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Amara Rûken Karakoç destnîşan kir ku Kobanê rûmeta gelê Kurd e û diyar kir ku li hemberî çeteyên faşîst ên dijminê jinan ku beriya li Şengalê jinên Kurdên Êzidî revandin û li bazarên koleyan firotin, wê jin bêdeng nemînin.

Mîtîng bi dirûşmên ji bo gelê Kobanê û hêzên YPG/YPJ'ê bi dawî bû.