Li Fransa çalakiyên piştgiriya bi Kobanê re
Li Fransa çalakiyên piştgiriya bi Kobanê re
Li Fransa çalakiyên piştgiriya bi Kobanê re
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê wê li gelek navendên Ewropa bi girseyî bên şermezarkirin.
Yek ji welatên çalakiyên şermezarkirinê lê pêk bê Fransa ye. Wê li bajarên Reîms, Draguîgnan, Strasbourg, Bourdeaux û Toulouse yên Fransa rêze çalakî bên lidarxistin. Kurdistaniyên li Fransa dijîn wê bi şêweyekî girseyî tevlî çalakiya 24-25’ê Îlonê li Brukselê bê lidarxistin jî bibin. Koordînasyona Demokratîk a Kurdistanê ya Fransa wê beriya rûniştina bi mijara Rojava û Şengal a li Parlamentoya Fransa dosyayekê pêşkêş bikin.
Koordînasyona Demokratîk a Kurdistanê ya Fransa (CDK-F) di daxuyaniya nivîskî ya weşand de diyar kir di sedsala 21. de çeteyên DAIŞ ên neyarê mirovahiyê li Şengal, Başûrê Kurdistan û Kobanê êrîşên xwe didomînin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Kurdên li Kobanê duyemîn destana berxwedanê ya Stalîngradê nivîsandine û wiha dewam kir: “Çar parçeyên Kurdistanê ji bo Kobanê li ser piyane. Ciwanên Kurd sînoran derbas dikin û tevlî berxwedana li Kobanê dibin. Faşîzma AKP’ê ya piştgirî dide çeteyên DAIŞ ji bo berxwedana li Kobanê bifetisîne bi trênan jêre çekan dibe. Kurdistaniyên Bakur ên ji bo Kobanê seferber bûne li wan guleyên rastî tên reşandin. Ji bo xwedîderketina Kobanê ya ji bo Kurdan rûmet û şeref e, em di pêvajoya çalakiyên bêdem û veger de ne. Li ser vî esasî divê hemû saziyên li Kurdistanê bikevin nav çalakiyan. Divê dengê Kobanê û qîrîna Kurdan bi cîhanê bidin bihîstin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin divê ji bo çalakiyên bên lidarxistin tevlîbûneke bi hêz çêbibe. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji bo çalakiya rûniştinê ya li Brukselê bi taybet divê hemû saziyên Kurdistanî seferber bibin û bi dirûşmaya, “Hemû cih Kobanê ye” banga çalakî û daketina qadan hat kirin.
Bernameya çalakiyên li Fransa wiha ye:
Wê ji bo çalakiya rûniştinê ya du rojan a li ber Parlamentoya Ewropa ya li Burkselê ji bakurê Fransa tevlîbûn çêbibe.
Beriya rûniştina bi mijara Şengal û Rojava ya ji aliyê Partiya Komunîst roja Çarşemê li Parlamentoya Fransa ya li Parîsê bê lidarxistin pêşniyar kiriye, heyeta ji aliyê CDK-F’an ve hatiye organîzekirin dosyayekê pêşkêşî Parlamentoyê bike.
Wê roja Şemiyê meşek mezin bê lidarxistin.
Reîms: 26-27’ê Îlonê çalakiya kon, 27’ê Îlonê êvara Şemiyê meş
Bordeaux: 24-27’ê Îlonê çalakiya kon, 24’ê Îlonê wê dosyayek pêşkeşî Walîtiya Bordeauxê bê kirin.
Draguîgnan: Di navbera rojên 24-27’ê Îlonê de çalakiya kon, 27’ê Îlonê meş.
Starsbourg: 25-26’ê Îlonê çalakiya kon, 27’ê Îlonê çalakiya kon û meş,
Marsîlya: 26’ê Îlonê çalakiya greva birçîbûnê ya 8 rojan. Roja Şemiyê wê meşek bê lidarxistin.