Li Fransayê lêpirsîna ‘Halepçeyê’

Li Fransayê lêpirsîna ‘Halepçeyê’

Dozgerê Parîsê di êrîşa kîmyewî ya li Halepçê ya ku 5 hezar kurd hatin qetilkirin de,berpisyariya şîrketên Fransî dê lêpirsîn bike.  Der barê şîrketên hevkariya projeya kîmyewî ya rejîma Îranê kirine de 100 hezar belge pêşkêşî dozgeriyê hat kirin.

20 kes ji qurbaniyên Halepçeyê ku di 16’ê Adara 1988’an de ji aliyê balafirên rejîma Saddam Huseyîn ve bi gazên kîmyewî hat bomberakirin de, di meha hezîranê de li Dadgeha Asliya Parîsê der barê şîrketên Fransî de serlêdana sûc kiribûn. Di serlêdana sûc de, belgeyên ku kîjan şîrketan bi Saddam Huseyîn re hevkarî kiriye, tê de cih digire hatibû pêşkêşkirin.

Li gorî çavkaniyek edlî ku ji AFP’ê re axiviye, dozgerê Parîsê bi sûcdariya ‘Hevkariya sûcê cînayetan’, ‘hevkariya sûcê teşebusa cînayetan’ û ‘alîkarî dayîn’ ji bo lêpirsîn bê destpêkirin, îdianame hatiye amade kirin.

 100 HEZAR BELGE HENE

Dadger beriya ku berpisyariya kes û şîrketan lêkolîn bike, dê tespîta ku bûyerên di serlêdana sûcde hatine kirin, dembihurine an na, bê kirin.

Parêzerê mexduran Davîd Pere yên Fransî û Garîel Maîrone yê Amerîkayê di civîna çapemeniyê ya meha hezîranê de diyar kir ku nêzî 100 hezar belgeyên ne cemawerî berhevkirine. Di van belgeyan der barê ku di navbera salên 1983-1988’an de rejîma Iraqê çekên kîmyewî çawa bidestxistine agahî cih digirin.

427 ŞÎRKETÎ BI SADDAM RE JI BO PROJÊ XEBITÎN

Li gorî belgeyan di çarçoveya vê projeyê de 427 kargehan alîkariya madî ji dewleta Iraqê stendine. Parêzer Maîrone wiha got: “Ji van şîrketan herî kêm 20 heban dizanin bû çi dikirin. Di nava van de du şîrketên endustriya kîmyewî ya Fransayê jî hene.”AFP’ê da xuyakirin ku parêzer Davîd Pere dayîna navê kargehên di gilîkirinê de hedef tên girtin, red kiriye. Parêzer Pere got mexdurên Halepçeyê ji biryara dozger gelek kêfxweşin û bi edeletê bawerin.

Pere di meha hezîranê de ji rojnameya Medîapart re axivî û got: “Mînak şîrketên Frasayê, bi hinceta ku dê li dijî dermanên bihukan bikarbînin, gaz bi konteynirên gelek saxlem ji bo gaza jehrê bernede derve, firot Iraqê.

 5 HEZAR KES HATIN QETILKIRIN

Di dema şerê Îran-Iraqê de di 16’ê Adara 1988’an de balafirên şer yên aydê rejîma Saddam 5 saetan li ser Halepçê firiyan û gazên kîmyewî yên wekê gaza Hardalê û Tabun, Sarîn û VX avêtin. Di vê bombebaranê de herî kêm 5 hezar kes hatin qetilkirin û bi hezaran birîndar bûn. Yên saxman jî hêj di bi bandora êrîşê de ne.

Kesê talîmata komkujiyê da Alî Hasan El Mecid yê bi navê kod Alî, di meha çile ya 2010’an de hat darvekirin. Di 2007’an de karsazê Hollandayî  Frans van Anraat, ji bo ku hilberînên kîmyewî teslîmê Bexdayê kiribû, bi sûcdariya ku hevkariya sûcên şer kiriye rastî 17 sal ceza hat. Her wiha di meha nîsana borî de jî ji bo tazmînatê bide 16 mexduran hat mahkumkirin.

 Parêzer Maîrone û Pere da zanîn ku şîrketên bi rejîma Iraqê re xebitîne ji gelek cihên cuda yên welatên wekê Fransa, Almanya, Swîsre, DYA, Spanya û Hollandayê ne.

HEVKARIYA FRANSAYÊ YA BI SADAM RE

Dema komkujiya Halepçeyê pêk hat, hikûmeta Fransayê tenê got ew bi fikarin. Lê wek tê zanîn nûnerê Peymana Cenevreyê ya 1925’an ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kiriye bû. Ne tenê Fransa, komîsyoan binî ya Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî îmze avêtibû şermeke mezin.  Ne welatên rojava û ne jî yên rojhilat bertek nîşanê Iraqê neda. Di salên ku şerê bi Îranê re hat meşandin de di kampanyaya qirkirina Enfalê ya li dijî kurdan de nêzî 200 kurd hatin qetilkirin.

Di sala 1980’ê de dema Saddam Huseyîn Îran dagir kir, Fransa ligel Saddam bû.  Wê demê Fransayê bi awayekî zêde çekên konvansiyonel da Iraqê. Ya herî xerab jî di sala 1974’an de ji bo Saddam Huseyîn bombeya atomê hilberîne, Fransayê alîkarî da. Di îlona 1974’an de serokwezîrê demî Jacques Chîrac bi Saddam Huseyîn re hevdîtin kir. Salek şûnde Saddam çû Parîsê. Di vê navberê de tesîsa nukleerê ya Cadarache ziyaret kir. Di navber her du welatan de di 18’ê mijdara 1975’an de peyman hat îmzekirin. Saddam di hilberînê de bi ser neket, lê aşkeraye ku Fransayê piştgiriyeke mezin daye vê rejîmê.