Li Fransayê tûra yekemîn ya hilbijartinên giştî îro ye

Li Fransayê tûra yekemîn ya hilbijartinên giştî îro ye

Fransa ji bo tûra yekemîn ya hilbijartinên giştî diçe ser sindoqan. Beriya niha mehekê berbijarê Partiya Sosyalîst François Hollande hilbijartina Serokkomartiyê qezenc kir, çav li rê ye ku di hilbijartinên giştî de jî çepgir qezenc bikin.

Li Fransayê hilbijartinên giştî dê di navbera dîrokên 10-17’ê Pûşperê de bi du tûran pêk bê. Hilbijêr dê di tûra yekem de îro biçin ser sindoqan. Bi hilbijartinan dê 577 endamên nû yên meclîsê aşkera bibin.

Li gorî çavdêriyên nû yên rayagiştî Partiya Sosyalîst û tevgera siyasî ya Nicolas Sarkozy UMP hema bêje wek hev in. Her du partiyan jî potansiyelekî 32-33 ya dengan heye. Ji bo Partiya Komunîst û Partiya Çepgir yanî Eniya Çepgir ji sedê 8-9, Kesk sedê 5-6, Eniya Netewî ya nîjatperest ji sedê 15-16 tê texmînkirin.