Rêberê sosyalîstên Frensî Frarnçois Hollande, îro di merasima li Parîsê hat lidarxistin de peywira Serokkomartiyê dewr girt.
Hollande peywira serokkomartiyê li Koçika Elysee dewr girt. Hollande ji aliyê Nicolas Sarkozy û bi sedan rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê ve hat qebûlkirin. Piştre Sarokzy û Hollande hevdîtinek bi qasî 40 deqeyan pêk anî. Di dema hevdîtinê de Sarkozy peywira serokkomartiyê dewrî Hollande kir. Piştre, Sarkozy çû odeyek din û li wir kodên çekên nukleer ên Franseyê da Hollande.
Hollande peywirê dewr girt û peyama pêbaweriyê da gelê Frensî. Piştî ku îro, Serokwezîrê Franse diyar bû, dê Hollande biçe serdana Berlînê û bi Serokwezîr Angela Merkel re hevdîtin pêk bîne.