Di tûra duwemîn a hilbijartinê ya ku du pêk hat de Sosyalîstan ji 289 kursiyan bi dest xist û bû partiya yekemîn. Bi vî awayî piraniya dengan wergirt. Li gorî encamên destpêkê dê ev partî 307 kursiyan werbigire.
Partiya duwemîn jî partiya Serokkomarê berê yê Franse Nicolas Sarkozy, Yekitiya Tevgera Gel (UMP) bû û UMP’ê 221 parlementer şand meclîsê.
Eniya Nijadperestan a rastgirên tundraw jî piştî 14 salan cara yekemîn karî bikeve parlementoyê. Rêbera partiyê Marine Le Pen bi ferqeke biçûk parlementeriya xwe wenda kir, lê biraziyê wê yê 22 çû Meclîsê.
Partiya MoDem jî 2 parlementer şand, lê rêberê wê François Bayrou nehat hilbijartin.
Rêjeya beşdarbûna hilbijartina parlementeran ji sedî 55,9 bû.