Li Freîbûrg, Oslo û Viyanayê çalakiyên ji bo Rojava

Li Freîbûrg, Oslo û Viyanayê çalakiyên ji bo Rojava

Li bajarokê Lahr ê bajarê Elmanya Freîbûrg û paytexta Norwêc Oslo'yê, bi armanca balkişandina ser komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê, meş hatin lidarxistin. Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi armanca piştgiriya bi Rojava û bi wesîleya salvegera damezrandina PYD'ê şahiyek hat lidarxistin.

Bi sedan Kurdistaniyên li bajarokê Lahr'ê hatin cem hev, hem şoreşa Rojava silav kirin hem jî çeteyên bi piştgiriya Tirkiyê sivîlan qetil dikin, şermezar kirin. Di meşa 5 kîlometreyî ya ji ber stasyona trênê destpê kir de Kurditaniyan pankartên bi nivîsên “Schwîege nîcht fur massaker în Kurdistan-ji komkujiyên li Kurdistanê re bêdeng nemînin” û “Freîheît fur Ocalan frîenden în Kurdistan-ji bo Ocalan azadî û ji Kurdistanê re aştî” hilgirtin.

Kurdistaniyên li Norwêcê dijîn jî, ji kolana Karl Johan heta ber parlamentê meşeke bêdengî lidar xistin. Ji bo şermezarkirina bêdengiya welatên Cîhanê li hember komkujiyên li Rojava, bê ku di meşê de dirûşme bê avêtin, girseya gel bi bêdengî meşiya.

Partiyên siyasî yên Kurdan PYD, PJAK, YNK û Partiya Serbestî Rojhilatê Kurdistanê, siyasetmedarên Norwêcî, parlementerê berê yê Partiya Sor Erling Folkvord, dîsa Seroka Baskê Ciwanan ê Partiya Sor Seher Aydar û aktivistê aştiyê yê Ermenî Sjur Cappelen Papazian jî piştgirî dan meşê.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi armanca piştgiriya bi Rojava û bi wesîleya salvegera damezrandina PYD'ê şahiyek hat lidarxistin.

 

Di axaftinên li şahiya Şanoya AKzentê de bang li gelê Kurd ê li perçeyên din ên Kurdistanê û Ewropayê hat kirin, ku hîn bêtir xwedî li şoreşa Rojava derkevin.

Di şahiya ku 10. salvegera damezrandina PYD'ê hat pîrozkirin de dengbêjê Efrînî Zakarîa Hejar û hunermendê Rojavayî Îssa Îbrahîm derketin ser dikê. Di şahiyê de berhemeên Mehmet Akbaş jî bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.

Hat ragihandin ku hatineyên şahiyê, dê ji Rojava re bê şandin.