Li Gavle Kurdistanî di Şevbêrkê de civiyan
Li Gavle Kurdistanî di Şevbêrkê de civiyan
Li Gavle Kurdistanî di Şevbêrkê de civiyan
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Gavle dijîn, bi hezaran kîlometre dûrî Kurdistanê di Şevbêrkê de civiyan. Şevbêrka ku li pêwendiyeke mezin a li Kurdên ji çar perçeyên Kurdistanê rast hat, bi axaftina Hevserokê Meclîsa Gel a Gavleborg'ê Abdullah Kaya ya li ser wate û girîngiya Çanda Şevbêrkê ya ji bo Kurdan, destpê kir. Endamê Meclîsa Şaredariya Gavle yê j Partiya Karker a Sosyal Demokrat Îsmet Ûzûn mafê axaftinê wergirt û behsa çîroka ecînê ji beşdaran re kir.
Ûzûn diyar kir ku ecîn ji dema Hz. Brahîm tê û çîroka ecînê wiha vegot; "Ji bo agir Hz. Brahîm ê avêtine nava agir neşewetiîne, Xweda ferman daye agir û agirê ku li gorî vê fermanê tevgeriyaye ne şewitandiye ne jî tîn daye. Ji ber ku agir ev taybetmendiya xwe ya şewatê winda kiriye, gel dîtiye ku xwarin êdî nikare li ser agir were kelandin an jî birajtin, lewma ecîn keşif kiriye." Ûzûn dûre ecîna ku amade kir, li Kurdistaniyan belav kir.
Di şahiyê de, li gorî kevneşopiya Şevbêrkê klam hatin gotin, axaftin hatin kirin û pêşbirkeke zanyariyê hat lidarxistin. Hunermendên ji Rojavayê Kurdistanê Evîn Rojava û Îdrîs Cafo li gel Muzîsyenê Ermenî klam gotin û reng dan şahiya ku heta derengiya şevê dewam kir.
KAMPANYA ÎMZEYAN A JI BO AZADIYA OCALAN DEWAM DIKE
Ji aliyê din ve Meclîsa Gel a Gavleborgê, kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomîne. Kurdistanî, li qadên çalakiyan, li meydanan, li navendên bazaran û li kargehên li kar dikin, îmzeyan kom dikin.
Welatparêzekî bi navê Bîlal ê li Gavle restoranteke wî heye, beşdarî kampanya bi şiyara "Ji Kurdistanê re statu, ji Ocalan re Azadî" bû û di nava 2 mehan de zêdeyî hezar îmze berhev kir. Bîlan diyar kir ku azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e û anî ziman ku ew ji muşteriyên xwe yên tên xwarinê dixwin behsa Kurdistan û rewşa Rêberiyê dike, ji wan îmzeyê dixwaze û bi giranî jî bersiveke erênê ji wan digire.
Bîlal ragihand ku ji bo kesên haya wan zêde ji rewşê nîne broşurên bi Swêdî belav dike û anî ziman ku ewê li navenda bajêr standekê veke û kampanyayê li wir dewam bike.
KOMPLO DÊ LI STOCKHOLMÊ WERE ŞERMEZARKIRIN
Meclîsa Gelê Kurd li Swêdê da xuyakirin ku ewê munasebeta salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 13'ê Cotmehê roja Şemiyê de li Stockholmê xwepêşandaneke protestoyî lidar bixin. Meclîsa Gelê Kurd da xuyakirin ku komploya beriya 15 salan di kesayetiya Ocalan de li hemberî gelê Kurd hat kirin ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hat pûçkirin û destnîşan kir ku heman hêzên di roja îro de dixwazin El Nûsra u El Qaîdeyê têxin dewrê û komployê dewam bikin.
Meclîsê bang li Kurdistaniyên li Swêdê dijîn kir ku bi armanca şermezarkirina komplo û piştgiriya ji bo gelê Rojava, di 15'ê Cotmehê roja Şemiyê saet di 13.00 de beşdarî xwepêşandan li Meydana Medborgarplatsenê bibin.