Li Gavle Muslim û şehîdên Rojava hatin bîranîn

Li Gavle Muslim û şehîdên Rojava hatin bîranîn

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Gavle dijîn, duh êvarê li lokala Meclîsa Gel a Gavleborgê hatin cem hev û şervanên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şervan Muslim û şehîdên Rojava, destpê kir.

Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Elî di axaftina xwe de got, "Îro Cejna Qurbanê ye û em bi dayîna qurbanan hatin roja îro". Elî diyar kir ku gelê Rojava yê ji bo ziman, nasname û statuya xwe li Rojavayê Kurdistanê rabûye ser piyan, rastî êrîşa çeteyên bi piştgiriya Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî tên û bang li hemû Kurdan û dostên wan kir ku ji bo destekkirina gelê Rojava gavên berçav biavêjin.

Elî ragihand ku gelê Kurd êdî naxwaze qurbanan bide, dixwaze mîna gelên din di nava aramiyê de bijî û destnîşan kir ku ji bo vê yekê jî berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê Kurdistaniyên li derveyî welat. 

Beşdarên ku dûre mafê axaftinê wergirtin, bal kişandin ser girîngiya yekitiya neteweyî ya Kurdan, têkoşîna hevpar û piştgiriya şoreşa Rojava.