Li Gaziyê ji Ciwanên Welatparêz çalakî

Li Gaziyê ji Ciwanên Welatparêz çalakî

Beriya roja destpêkirina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê 15'ê Tebaxê, Ciwanên Welatparêz li Taxa Gazî ya Stenbolê meşiyan û bi polîsan re pev çûn.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz, bi wesîleya 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê roja destpêkirina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê, li Taxa Gazî meşek lidar xist.

Ciwanên Welatparêz li Taxa Karayollari hatin cem hev û ber bi kolana Îsmetpaşa ve meşiyan.

Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK'ê vekirin, ber bi avahiya qereqola nû ve meşiyan û molotof kokteyl û bombeya deng avêtin qereqolê.

Ciwana tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Fermandar Egîd dijî, PKK şer dike", "Emê cîhaneke bê Ocalan bi serê we de bînin xwarinê" qêriyan.

Ciwanên Welatparêz dûre li Parka Heykel û Dortyolê bend danîn, lê li destwerdana polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid rast hatin. Ciwan li nava kolanan belav bûn û bi qasî 4 saetan çalakiya xwe dewam kirin.