Li gel êrîşan bi deh hezaran kes li Serêkaniyê ne

Li gel êrîşan bi deh hezaran kes li Serêkaniyê ne

Bi dehhezaran kesên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyê bi rê ketin, li gel êrîşa polîsan jî ji bo piştgiriyê bidin Rojava, gihiştin Serêkaniya ser xetê. Piştî axaftineke kurt a li Parka 3 Fîdan, girseya gel ber bi avahiya BDP'ê ya navçeyê ve meşiya, lê li êrîşa bombeyên gazê û ava şid a polîsan rast hat.

Bi hezaran kesên ku ji bo piştgiriya Rojava berê xwe dan navçeya Serêkaniya Rihayê li hember astengî û mudaxaleya polîsan gihîştin navçeyê. Li Parka 3 Fîdan piştî axaftinan girseyê xwest bimeşin avahiya BDP'a Serêkaniyê û careke din rastî mudaxaleya polîsan ya ava şid û bombeyên gazê hatin. Girseyê bi kevir û molotofan bersiv da êrîşa polîsan û pevçûn didomin.

Di pêşengiya KCD, BDP, DOKH, Meclisa Ciwanan û saziyên civakî de ji bo piştgiriyê bidin Rojava ber bi navçeya Serêkaniyê ya Rihayê meş hat lidarxistin. Li hember hemû astengî û mudaxaleyên polîsan girse gihîşt Serêkaniyê û girseya ku di nav de hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD'ê Aysel Tuluk jî heye li Serêkaniyê ji bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Li Parka 3 Fîdanê bi deh hezaran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK, YPG'ê û wêneyên endamên YPG'ê ku jiyana xwe ji dest dane vekirin. Di qadê de bênavber dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî YPG' hatin berzkirin. 

Aysel Tugluk li qadê axivî û diyar kir ku gelê kurd li hember hemû astengî û zextan di riya xwe de dimeşin û ji bo welatiyên ku li Serêkaniyê bi guleyên çeteyan hatin qetilirin re sersaxî xwest. Tugluk wiha axivî: "Bi qasî pêkanîna şoreşê parastina wê jî girîng e. Hin kes dixwazin şoreşê têk bibin û naxwazin kurd bibin xwedî statû. Gelê Rojava dibêje 'Ger jiyanek hebe jî bila jiyaneke azad be' û li ber xwe didin. Gelê me çav li berî axa kesekî nedane, mafê xwe yê demokratîk dixwazin. 

Piştre Selahattîn Demîrtaş derket ser dikê û berxwedana gelê Rojava silav kir. Demîrtaş da zanîn ku dê daxuyaniyên pêwîst li ber avahiya BDP'ê bidin. Piştre bi deh hezaran ji Parkê ber bi avahiya BDP'ê dest meşê kirin. Polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan pêşiya girseyê birîn. Polîsan gotin bi hinceta biryara walî desturê nadin meşê û bi ava şid, bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kirin. Girseyê bi kevir û molotofan bersiv dan mudaxaleya polîsan û pevçûn didomin.