Li gelek bajaran bo 8’ê Adarê de daxuyanî hatin dayîn
Li gelek bajaran bo 8’ê Adarê de daxuyanî hatin dayîn
Li gelek bajaran bo 8’ê Adarê de daxuyanî hatin dayîn
Li Stenbol, Aydin, Manîsa, Gimgim, Sixkê, Mêrsîn, Hezex û Dêrîkê têkildarî mitîng û bernameyên 8'ê Adarê de daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bang li hemû jinan hate kirin ku tevlî mitîng û bernameyan bibin.
STENBOL
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) û Meclîsa Jinan a Stenbolê ya BDP'ê bi civîna çapemeniyê ya li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê bernameya 8'ê Adarê aşkera kirin. Li ser navê jinan Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak daxuyanî xwend û diyar kir ku 8'ê Adarê ew dê ji 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin yad bikin. Kolçak, anî ziman ku ew dê di 1'ê adarê de seat di 13.00'an de li ber Lîseya Galatasarayê bên cem hev û heta ber Balyozxaneya Fransayê bi meşin. Kolçak, da zanîn ku li navçeyan jî di nava hefteyekê de dê meşên meşaleyî civîn û şahî pêk bên. Kolçak, bilêv kir ku ew dê di 8'ê adarê de ji bo piştgiriyê bidin jinên girtî bi kincên mor li xwe bidin tevlî doza KCK'ê bibin. Kolçak, destnîşan kir ku ji bo mîtînga 10'ê adarê ya li Stenbolê pêk tê jî dê li ber Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşa seat di 12.00'an de bên cem hev.
AYDIN
Li Aydinê jî jinan bi heman armancê daxuyanî da. Li Aydinê ji bo meşa dê di 9'ê adarê de li dar bixin xebat berdewam dikin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew dê di 9'ê adarê de li ber avahiya BDP'ê bên cem hev û heta Suluparqê bi eşin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
MANÎSA
Li Manîsayê ji bi heman armancê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku dê di 10'ê adarê de li taxa Hazrokoyê bi tevlîbûna hûnermendên NÇM'ê şahiyekê li dar bixin.
GIMGIM
Li Gimgimê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn û banga tevlîbûna bernameya dê di 2'yê adarê de pêk bê hate kirin. Li ser navê Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Gimgimê Şukran Hantekîn daxuyanî xwed û diyar kir ku ew dê di 2'yê adarê de seat di 11.00'an de li ber avahiya BDP'ê ya Gimgimê bernameyê li dar bixin.
SIXKÊ
Şaredara Bajaroka Sixkê ya Wanê Nezahat Erguneş jî bi heman armancê li konteynira şaredariyê civîna çapemeniyê lidarxist û têkildarî bernameya 8'ê adarê de agahî dan. Erguneş, diyar kir ku ew dê di 1'ê adarê de li Sixkê şahiyekê li dar bixin û di 4'ê adarê de jî li Parqa Çandê ya Newrozê mitîngekê li dar bixin. Erguneş, da zanîn ku ew dê di 3'yê adarê de li Kolana Hunerê ji bo piştgiriyê bidin kampanayaya alîkariyê ya Rojava kemesê vebikin.
MÊRSÎN
Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê Heybet Seçkîn, Alîkara Şaredarê Akdenîzê Makbule Kaplan û endamên meclîsa jinê bi heman armancê li Kompleksa Fêkî ya Mêrsînê ji xebatkaran jin re qurnefîl belav kirin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê Heybet Geçkîn, diyar kir ku ew dê 8'ê Adarê di 2'yê adarê de li Mêrsînê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak bi mitîngekê pîroz bikin.
HEZEX
Endamên DOKH'ê li navçeya Hezexê jî bi heman armancê civîna gel li dar xistin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Hezexê Nafiye Geçgel, rêveberên BDP'ê û gelek jin tevlî civîna li taxa Yenî pêk hat bûn. Geçgel, diyar kir ku ew dê di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê adarê de di 28'ê sibatê de li parqa Aştî ya li taxa Turgut Ozala sînevîzyonekê li dar bixin, di 1'ê adarê de jî li hemen cîh ji bo jinên girtî qartan bişînin.
DÊRÎK
Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê xebatên mitînga 5'ê adarê ya bi heman armancê bi civîna li taxa Tepebag li dar xistin dan destpêkirin. Meclîsa Jinan a BDP'ê, Navenda Jinê ya Peljîn, Dayîkên Aştiyê û gelek jin tevlî civînê bûn.