Li gelek bajaran ji bo Roboskî daxwaza edaletê hat kirin

Li gelek bajaran ji bo Roboskî daxwaza edaletê hat kirin

Di duyemîn salvegera komkujiya Roboskî de, li Riha, Edene, Meletî û Amedê çalakiyên protestoyî û bîranînê hatin lidarxistin. Çalakiya li Farqînê rastî destwerdana polîsan hat û di encamê de rojnamevanek bi lêdanê hat binçavkirin.

Bi wesîleya duyemîn salvegera komkujiya Roboskî, ku di 28'ê Kanûna 2011'an de di encama bombebarana balafirên şer ên Tirk de 34 gundiyan jiyana xwe ji dest dan, çalakiyên protestoyî û bîranînê îro jî dewam kirin.

CEYHAN: Li navçeya Edene Ceyhanê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê bi wesîleya salvegera komkujiyê li ber nûneriya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Li gel Serokê Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê Ûgûr Bayrak bi sedan kes di dema daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku kiryarên komkujiya Roboskî bên darizandin. Girseya gel piştî piştî daxuyaniyê bi dirûşma "Şehîd Namirin" heta Dibistana Seretayî ya 60. Yil Manas a li Taxa Altiocakê meşiya û dawî li çalakiya xwe anî.

FARQÎN: Li navçeya Amed Farqînê jî bi armanca balkişandina ser komkujiya Roboskî û rewşa girtiyên nexweş Meclîsa Ciwanan a BDP'ê meşek lidar xist. Bi sedan kes li ber avahiya berê ya şaredariyê ya li kolana Gazî hatin cem hev û kefenên bi nivîsa "Girtiyên nexweş bi tenê nînin", "Azadiya we azadiya me ye" û "Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye" li xwe kirin. Bi sedan çalakger li ser Kolana Diyarbakirê dawî li meşa xwe anîn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li dû daxuyaniyê polîsan dest li ciwanan werdan. Ciwanan jî bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan a bi bombeya gazê û ava şid. Nûçegîhanê Rojnameya Silvan Mezopotamya Kadîr Şîmşek ku bûyer dişopand, bi lêdanê hat binçavkirin. Hat ragihandin ku Şîmşek birine muduriyeta emniyetê.

ERXENÎ: Li navçeya Erxeniyê jî Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê bi meşekê, komkujiya Roboskî şermezar kir. Meşa ku ji ber avahiya BDP'ê destpê kir û heta avahiya hikûmetê ya berê dewam kir, li gel endamên ESP, KESK û KURDÎ-DER'ê bi sedan welatî beşdar bûn. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Roboskî bi tenê nîne" û "Emê Roboskî ji bîr nekin, emê hesabê wê bipirsin" vekirin. Li kolana Mîlî Egemenlîk ji ber benda polîsan tengezarî derket. Bi navbeynkariya BDP'yiyan destûra meşê hat dayîn û tengezarî bi dawî bû. Meş li ber avahiya berê ya hikûmetê bi mîtîngekê bi dawî bû.

RIHA: Li Riha, bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Bajêr ji Meydana Azadî heta Navenda Kar a Ahmet Bahçivan meşek hat lidarxistin. Tevî Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, endamê Meclîsa Partiyê yê BDP'ê Saît Uçlu û Hevseoka BDP'ê ya Bajêr Leyla Akça zêdeyî hezar kes beşdarî çalakiyê bûn. Li gel dorpêçiya polîsan û barana zêde jî, komkujî bi meşekê hat şermezarkirin.

MERSÎN: Komkujiya Roboskî li navçeya Mersîn Tarsûsê hat protestokirin. Bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Tarsûsê bi sedan kesên ji endamên ÎHD, Egîtîm-Sen, HDP û EMEP'ê meşek pêk hat. Çalakgeran ji ber avahiya BDP'ê ya Navçeyê heta Kûleya Saetê meşiya û komkujî şermezar kirin.

MELETÎ: Li Meletiyê jî endamên Platforma Ked û Demokrasiyê, di duyemîn salvegera komkujiya Roboskî de meşek lidar xist û daxuyanieyk da çapemeniyê. Bisedan kes li ber Lîseya Pişeyî ya Keçan a Meletiyê hatin cem hev û heta Parka Soykanê meşiyan. Li dû meşê hat xwestin ku daxuyaniyek bê dayîn, lê belê komeke nîjadperestan sixêf û heqaret li girseyê kir. Piştî ku ev koma nîjadperestan a xwest provokasyonê bike hat dûrxistin, daxuyanî hat dayîn û çalakî bi dawî bû.