Li gelek navenda komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezar kirin

Li gelek navenda komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezar kirin

Rêxistinên mafê mirovan li Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Amed, Dêrsim, Wan, Erzurom, Colemêrg, Edene û Îzmîrê Komkujiya 19'ê Kanûnê ya di 19'ê Kanûna sala 2000'î de li nêzî 20 girtîgehan pêk hat û bi dehan girtiyan jiyana xwe ji dest dan şermezar kirin. Rexistinên mafê mirovan gotin, "Em îro jî qîrînên ji girtîgehan bilind dibin dibihîzin." 

MÊRDÎN 
Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê 13'emîn salvegera qetlîama ku nêzî 30 girtiyan jiyana xwe ji dest da li ber Girtîgeha Serfirtî ya Tîpa E a Merdînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Erdal Kuzu û rêveberên komeleyê, Serokê Şaxa Yekîtiya Tabîban a Tirkiye (TTB) Dr. Kamuran Yildirim, Serokê TUHAD-DER a Mêrdîn Adil Başaran û rêveberên komeleyê amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Merdînê Erdal Kuzu daxuyanî da got, "Yên qetlîam pêk anîne hîn jî nehatine dadgehkirin. Heta yên qetlîam pêk anîne bên dadgehkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin." 
Piştî daxuyaniyê 5 deqiqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat. 

ŞIRNEX
Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê qetlîama 19'ê Kanûnê ya di bin navê "Operasyona vegera jiyanê" de pêk hat, bi daxuyaniyekê çapemeniyê ya li avahiya komeleyê şermezar kir. Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê Emîrhan Uysal diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan bi awayekî pir zêde pêk tên û der barê qetlîama berî niha 13 salan de wiha axivî: "13 sal li ser wê wehşetê re derbas bû. Em îro jî qîrînên ji girtîgehan bilind dibin dibihîzin." 

SÊRT
Şaxa ÎHD'ê ya Sertê jî têkildarî qetlîama 19'ê Kanûnê ya li dijî girtîgehan ku ev roj wek "19'ê Kanûnê di Girtîgehan de Roja Têkoşîn û Piştevaniyê ya ji bo Mafê Mirovan" îlan kiriye li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sertê Vetha Aydin wiha axivî: "Em ê girtiyên nexweş ên di girtîgehan de li ber xwe didin ji bîr nekin. Em ê zarokên di girtîgehan de rastî destdirêjiya cinsî tên, wan dişînin girtîgehên dûr ji bîr nekin." 

AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî ji bo qetlîama, 19'ê Kanûnê ya di bin navê "Operasyona Vegera Jiyanê" de pêk hat şermezar bike li ber Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Serokê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Muhterem Suren ê daxuyanî xwend, diyar kir ku Tirkiye di mijara girtîgehan de xwedî demboriyeke tarî ye. Piştî daxuyaniyê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî da xuyakirin ku dixwazin balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên hîn jî li girtîgehan dewam dike. 

DÊRSIM

Li Dersimê Hêzên Ked û Demokrasiyê ku di nav wan de BDP, ESP, DHF, EMEP, Partîzan û HDP jî heye ji bo şermezarkirina qetlîama 19'ê Kanûnê ya li dijî girtîgehan ku nêzî 30 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan li Kolana Hunerê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Mustafa Nacî Toper daxuyanî xwend. Toper da xuyakirin ku qetlîama 19'ê Kanûnê ji aliyê general û rayedarên hikûmetê ve hatiye organîzekirin û got, "Lewma destên dihejînin û digerin. Em dixwazin ên ev qetlîam pêk anîne bên dadgehkirin." 

WAN 

Komeleya Mafê Mirovan Şaxa Wanê qetlîama 19'ê Kanûnê li ber Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir. Endamên Mazlum-Der, DEP-DER û VAKAD'ê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Daxuyanî ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Hamdî Bayhan ve hat xwendin. Bayhan got ku di 19'ê Kanûnê de di bin navê "operasyona vegera jiyanê" de komkujiyek pêk hatiye û wiha got: "Dîroka dewleta Tirk dîrokeke girtîgehan e. Tirkiye di vê mijarê de xwedî rabirdûyeke reş e."

ERZUROM

Bi wesîleya salvegera qetlîama 19'ê Kanûnê Şaxa ÎHD'ê ya Erzuromê li Girtîgeha Tîpa Ha Erzuromê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Li ser navê komê daxuyanî ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Erzuromê Medenî Aygul ve hat xwendin. Aygun wiha got,"Em Îsmet Ablak ê di Gitîgeha Erzurom Tîpa H de jiyana xwe ji dest da ji bîr nakin. Heta binpêkirinên mafan hebin wê têkoşîna me bidome." Daxuyanî bi dirûşmaya , "Mirov bi mafên xwe mirov e" bi dawî bû. 

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê ji bo şermezarkirina qetlîama 19'ê Kanûnê ya li dijî girtîgehan li avahiya komeleyê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Colemergê Saît Çaglayan diyar kir ku qetlîama 19'ê Kanûnê sala 2000'î ji bo Tirkiyeyê lekeyeke reş e. Çaglayan wiha got, "Em careke din bang dikin; heta fail bên dadgehkirin û cezakirin wê têkoşîna me bidome." 

ÎZMÎR 

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê têkildarî qetlîama 19'ê Kanûnê li ber Girtîgeha Buca daxuyaniyeke çapemeniyê da. Li ser navê komê endamê ŞaxaÎHD'ê ya Îzmîrê Caner Canli daxuyanî xwend. Caner got, "Em îro jî qîrînên di girtîgehan de dibihîzin." Piştî daxuyaniyê komê qerenfîl danîn ber deriyê girtîgehê. Şaxa Komeleya Huqûqnasên Hemdemî jî li ber Girtîgeha Kiriklar kom bûn û qerenfîl danîn ber deriyê girtîgehê. 

EDENE 

Li Edeneyê jî nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ji bo şermezarkirina qetlîama 19'ê Kanûnê li ber avahiya kevin a Edliyeya Edeneyê hatin gel hevdu û daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin!" hat vekirin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Nejat Okay daxuyanî xwend. Okay ev xusûs anî ziman: "Di roja me de hîn jî ji girtîgehan tabût derdikevin. Divê girtîgehên tîpa hucre yên mirin û nexweşiyan çêdikin bên girtin. Divê demldest girtiyên nexweş bên berdan." Daxuyanî bi dirûşmayan bi dawî bû.