Li gelemperiya Bakurê Kurdistanê coşa 15'ê Tebaxê

Li gelemperiya Bakurê Kurdistanê coşa 15'ê Tebaxê

Coşa 15'ê Tebaxê li gelemperiya Bakurê Kurdistanê belav bû. Di pîrozbahiyên 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê de silav li berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

RIHA

Li ber avahiya BDP'a Rihayê bi sedan kes hatin gel hev û li gel stranan govend birêdan û bi heyecanek mezin Cejna Vejînê ya 15'yê Tebaxê pîroz kirin. Di şahiyê de Hevserokê BDP'a Riyayê Halît Yildiztekîn diyar kir ku polîsên ku şahiyê nekin ev pirs pirsî wê polîs çawa tehmula pêvajoya aştiyê bikin. Yildiztekîn destnîşan kir ku ewê li hemberî hemû tiştan aştiyê bi parêzin.

WÊRANŞAR

Bi heman armancê li Wêranşarê jî li ber avahiyê BDP'ê bi hezaran welatî hatin gel hev û dirûşmeyên têldarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK berz kirin û roja Cejna Vejînê pîroz kirin. Di şahiyê de polîsan wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Kadroyê pêşeng yê PKK Mahsum Korkmaz (Egîd) hincet nîşan da û bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kir. Li hember vê yekê jî gel dest ji pîroz bahiyê ber neda û bi coşek mezin 15'ê Tebaxê pîroz kirin.

SERÊKANIYÊ

Li Serêkaniyê jî li beravahiya BDP'ê bi sedan welatî hatin gel hev û beriya ku şahî pêk bê serokê BDP'a navçeya Serêkaniyê Hiznî Kiliç diyar kir ku ji bo gelê kurd 15'yê Tebaxê ji bo gelê kurd carek din roja hebûnê ye. Kiliç bal kişand ser Şoreşa Rojava û komkujiya ku li Rojava li hemberî kurdan pêk hatî şermezar kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê bi coşek mezin heya direngiya şevê roja Vejînê hat pîroz kirin.

PIRSUS

Li Pirsûsê di pêşengiya BDP'ê de şahiyek pêk hat û bi tevlibûna bi hezaran welatiyan 29'emîn selvegera 15'yê Tebaxê hat pîroz kirin. Girseya ku li parka Muhsîn Melîk hatin gel hev li ber stranan goevend gerandin û heya serê sibê nobet girtin.

BÊRECÛK

Girseya ku li beravahiya BDP'ê hatin gel hev û salvegera 15'yê Tebaxê pîrozkirin. Bi sedan kes li ber stranan govend gerandin. Pîrozbahiyê heya serê sibê bi nobetê berdewam kir.

XELFETÎ

Li xelfetiyê dinav de xizmên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi sedan kes li beravahiya BDP'a Xelfetê 15'yê Tebaxê pîroz kirin. Piştî şahiyê girseyê heya serê sibê nobet girtin.

HEWENG/ CIRNÊ REŞ/ SÊWEREK 

Li Hewenga Riya yê jî di pêşengiya BDP'ê de şahî hat li darxistin û bi sedan kes beşdarî şahiyê bû û bi heyecanek mezin Cejna Vejînê hat pîroz kirin. piştî şahiyê heya serê sibê jî nobet hat girtin. Li Cirnê Reş jî ji ber taziyek malbate welatparêz pîrozbahî hat betalkirin û bi sedan kesî li avahiya BDP'a navçeyê heya serê sibê nobeta 15'yê Tebaxê girtin. Li Sêwerekê jî li avahiya BDP'ê bi tevlibûna bi sedan welatiyan Cejna Vejînê hat pîroz kirin.

GIRÊMÎRA

Li bajaroka Girêmîra ya girêdayî navçeya Nîsêbînê bi coşek mezin 15'yê Tebaxê hat pîroz kirin. Şahiya ku li navenda bajarokê pêk hat seroka şaredariya BDP'a Ayşe Gokkan, rêveberên BDP'ê û gelek welatî beşdarbûn. Li qada ku şahî pêk hat wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kadroyê Pêşengê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û gelek wêneyê gerîlayên PKK'ê yên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dabûn û alên PKK, KCK û pankartên "15 Tebaxê roja vejinê li gele kurd û li Kurdistanê piroz bê" û "Bi avakirina şaristaniya kominalizmê gelê Girêmîre bixerhatin we pêşwazi dike" hatin daliqandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê şahiya 15'yê Tebaxê hat pîroz kirin.

DÎLOK

Li Dîlokê jî bi heman armancê ji aliyê BDP'ê ve li taxa Guzelvadi ya navçeya Şahîn beyê 15'yê tebaxê hat pîroz kirin. Di şahiyê de bi sedan welatî beşdarbûn bê navber siloganên dilsoziyê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berzkirin. Dema ku di şahiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin bi fîşekên hewayî 15'yê Tebaxê hat pîrozkirin. Di şahiyê de bal hat kişandin ser Şoreşa Rojava û heya direngiya şevê bi govendê Cejna Vejînê hat pîroz kirin.

ÇEWLIK

BDP'a Çewlikê jî bi heman armancê li Qada Newrozê ya Yenî Mahale yê salvegera 29'emîn salvegera 15'ê Tebaxê şahiyek li darxist. Di şahiyê de alên PKK, KCK û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin û dirûşmeyên "Bijî berxadana Rojava", "Bijî Serok Apo", "Be Serok jiyan na be" û "Şehît namirin" hatin berzkirin. 

PEYAS

Ji aliyê BDP'a navçeya Peyasa Amedê li Parka Ekîn Ceren ligel Hevserokê BDP'a Amedê Mehmet Emîn Yilmaz bi tevlibûn sedan welatiyan 15'ê Tebaxê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di şahiyê de welatiyan bênavber dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin. 

REZAN

Bi heman armancê li navçeya Rezan a Amedê jî pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê li taxa 5 Nîsanê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de ligel Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, rêvebirên BDP'ê gelek welatî amade bûn. Di pîrozbahiyê berxwedana Rojava hat silav kirin û komkujî hat şermezarkirin.

BISMIL

Li navçeya Bismila Amedê jî pîrozbahî li Qada Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de li gel Parlamentera BDP'ê Nursel Aydogan, Şaredar Cemîle Emînoglu bi hezaran welatî amadebûn. Di pîrozbahiyê de ligel wêneyên pêşengên PKK'ê pankarta "Hebûna me Seroke meye dem dema azadiya seroke meye", "Em Şoreşa Rojava silavdikin" û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana YPG" hat berzkirin.

GEVER

29'emîn salvegera 15'ê Tebaxê li navçeya Gevera Colemêrgê jî bi tevlibûna bi hezaran pîrozbahi hat destpêkirin. Şahiya ku li gundê Guçe pêk hat li qada şahiyê pankarta "Bi fermandariya re heval şehît Egîd bi avêtina pingava 15'ê Tebaxê li tevahiya gele kurd pîroz diken" û ligel alên PKK û YJA-STAR posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mahsum Korkmaz Egîd hatin daliqandin.

PATNOS

BDP'a Patnosê ya navçeya Agirî jî bi beşdariya Parlamenterê BDP'ê Halîl Aksoy bi hezaran welatî li ber avahiya BDP'ê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê li dar xist. Di pîrozbahiyê de alên PKK û KCK'ê, posterên pêşengên PKK'ê û Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan het daliqandin û bênavber dirûşmeyên "Bijî berxwadana Rojava", "Bijî Serok Apo", "Be Serok jiyan na be" hat berzkirin.

ÎZMÎR 

Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê jî bi heman mebestê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiya ku ji aliyê BDP'ê ve hatiye lidarxistine de axaftin hatin kirin û alên PKK'ê hatin vekirin. Li Îzmîrê, ji bo 15'ê Tebaxê li navçeyên Konak, Narlidere û Çîgliyê çalakî hatin lidarxistin. Hate diyarkirin ku li navçeya Karabaglarê jî beriya şahiyê 3 endamên Meclîsa Ciwanan ên BDP'ê hatin binçavkirin.