Li Germiyan namzetên PÇDK’ê bi coş hatin pêşwazî kirin

Li Germiyan namzetên PÇDK’ê bi coş hatin pêşwazî kirin

Konvoya  PÇDK’ê li Germiyan ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Duh êvarî konvoya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK)’ê di çarçoveya hilbijartinên 21’ê Îlonê yên li Başûrê Kurdistan li bajarokê Keler, Rizgarî, Kifrît û Serqala geriyan û ji bo lîsteya 113 piştgirî ji gel xwestin. Di serdana bajaran de namzetê parlamentoyê yê PÇDK’ê Asud Îbrahîm Mihemed Emîn,  Zeyneb Şikur Hemîd Fetah  û Suheyil  Xurşîd Ezîz Ebdulrehman jî amade bûn.

Girseya PÇDK’ê ya çû serdana bajarokê Rizgarî, bi dirûşmayên “Bijî Çareserî”, “Bijî Serok Apo” berz kirin û heya navenda buroya hilbijartinê ya PÇDK’ê meşiyan. Welatiyên bajarokê Rizgarî bi dîlan û  coşeke mezin pêşwaziya girse û namzetan kirin.