Li Gever, Silopî û Cizîrê dikan girtî ne
Li Gever, Silopî û Cizîrê dikan girtî ne
Li Gever, Silopî û Cizîrê dikan girtî ne
Ji ber qetilkirina Mehmet Reşit Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr pevçûn despêkirin, li Geverê sê rojin derê dikanan venekirine, îro jî li Şirnex, Cizîr û silopiyê derê dikanan nehat vekirin.
Li navçeya Colemêrgê Geverê Mehmed Reşît Îşbîlîr û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr ku ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, bi rojane li navçeyê buyer didomin. Ji bo şermezarkirina 2 welatiyan ji bilî firin û nexweşxanan deriyê hemû dikanan di roja sêyan de jî nevekirin. Li ser hemû cade û kuçeyên navçêyê pankart hatin vekirin. Di kuçeya nexweşxanê tîmên taybet û bi dehan wesayîtên zirxî di li kolanan digerin. Şevê din pişti ciwanên Halk Bank şewitandin, têkildari şiwitandinê lêpirsîn hat destpêkirin. Ciwanan duh derî şikandin û ketin hindirê banqê, bi tevahî wêran kirin. Li ser dîwaran jî nivîsên "Apo", "PKK", HPG", YDG-H" û "YPG" nivîsandin. Li aliyê din jî ji aliyê BDP'a navçeyê ve li taxa Kişlayê parqa Apê Musa "li hemberî qirkirinên sivîl çadira berxwedana demokratîk" piştî nîvro bi girseyek mezin vekirin. Li Colemêrg, Şemzîna, Çelê, Bajirgehê xirvata, girse dê biçin taziya li mizgefta ku li taxa Esentepe bibin û paşê jî biçin kon.
LI SILOPÎ Û CIZÎRÊ JÎ DERÎ DIKAN NEHATIN VEKIRIN
Li navçeyên Sîlopî û Cizîrê jî bi heman armancê dikan nehatin vekirin. Li navçeyê ji derveyî firinan û dermanfiroşên nobedar her der girtîne. Hejmarekî pir polîs bi wesayitên zirxî digerin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexî jî ji bo pirotestokirina qirkirina li Geverê ji derveyî firin û nexweşxaneyan hemû dikan girtîne, di heman demê de li herêmê bêdengiyek heye.