Li Gever û Şemzîna 3 kesên din hatin binçavkirin
Li Gever û Şemzîna 3 kesên din hatin binçavkirin
Li Gever û Şemzîna 3 kesên din hatin binçavkirin
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di serdegirtina malan de 2 kesên din hatin binçavkirin û bi kesên duh re hatin binçavkirin hejmara kesên hatin binçavkirin derket 9 kesan. Li navçeya Şemzînan jî di serdegirtina malan de zarokek hate binçavkirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê duh di serdegirtina malan de 7 kes hatibûn binçavkirin û şevê din jî di serdegirtina mala ya li taxên Cumhuriyet û Kişlayê de Nazim Olmez û Demhat Bartin hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku piştî Olmez û Bartin li nexweşxaneyê ji kontrola tenduristiyê re darbaz bûn birin Midûriya Polîsan ya Geverê. Li Geverê hejmara kesên 2 rojan hatin binçavkirin derket 9 kesan.
Welatiyê nexwest navê xwe bêje têkildarî serdegirtinên şeva borî de axivî û wiha got: "Şevê li derdora demjimêr 02.00'an tîmên taybet deriyê malê şikandin û ketin hundir. Polîsên ez dirêjî erdê kirim derketin ser pişta min. Min bi zorê bêhn digirt. Pişt re polîsan ez rakirim ser piyan û min ji wan re got, 'hûn çima deriyên me dişkênin. Hûn çima me dirêjî erdê dikin. Hûnê zarokên me yên di xewê de dîn bikin' Rayedarekî polîsan jî got, 'Ev der Gever e û dibe ku her tişt çêbibe. Em mecburin tedbîrên xwe bigirin. Hûn jî dest ji alîkariya PKK'ê berdin.' Di dema lêgerînê de min pirsa çima keya neynan kir û gotin, 'Keya li ser navê rêxistinê dixebitin. Ji ber vê yekê em bêyî keyayan serdegirtinan dikin'"
Li taxa Moda ya navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jî polîsan bi ser mala Halîl Duyan de girt. Di serdegirtinê de B.D. ê ku 16 salî hate binçavkirin. Hate zanîn ku, zarokê bi navê B.D. birin Midûriyeta Polîsan a Şemzînan.