Li Geverê 7 kes hatin girtin
Li Geverê 7 kes hatin girtin
Li Geverê 7 kes hatin girtin
Li Geverê, ji kesên roja 14'ê Tebaxê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, 7 jê hatin girtin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, polîsan roja 15-4'ê Tebaxê avêtin ser 15 navnîşanên li navenda navçeyê û gundê Xurekanaserî û di encamê de 9 kes kirin binçavkirin. Ji 9 binçavkiriyan 7 jê hatin girtin. Ji binçavkiriyan ji ber temenê 2 ji wan di binê 18 salî debû, hatin berdan, 7 ciwan jî ji bo îfadeyê bidin radestî Dozgeriya bi Erka Taybet a Wanê kirin.
7 kesên piştî îfadeya li dozgeriyê radestî dadgehê hatin kirin, bi îdîaya "li ser navê rêxistinê çalakî kirine" hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê hatin bicihkirin.