Li Geverê bi fermana dozger serdegirtina malan

Li Geverê bi fermana dozger serdegirtina malan

Şevê din li Geverê di encama serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.  

Bi fermana Dozgeriya Komarê ya Colemêrgê li Geverê saet nêzî 03.00’an li taxên Esentepe, Cumhuriyet, Gungur, Kişla û Orman her wiha li gundê Xurekanaserî jî di serdegirtina malan de gelek ciwan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de ku polîsan formayê  "Barcelona"  pirs kirin bal kişand. Ji hin kesên hatine binçavkirin ên navên wan hatine tespîtkirin wiha ne:

Savaş Ozmen, Dildar Bellîer, Îhsan Aksu, Yunus Kesîcî, Çetîn Atalay, Mehmet Tatli, Muhammet Aslan.

Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin birine Muduriyeta Emniyetê ya Polîsan. Her wiha hat diyarkirin dibe ku kesên bên binçavkirin zêde bibin.