Li Geverê bi guleyên plastîk 4 kes birîndar bûn

Li Geverê bi guleyên plastîk 4 kes birîndar bûn

Li Geverê bi boneya komploya navnetewî 9'ê Cotmehê a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bû sedem ji Sûriyeyê derbikeve, her wiha piştî çar mehan ji aliyê hêzên emperyalîst ve dîl hate girtin, çalakî pêkhat. Polîsên ku êrîşî gel kir, 4 kes birîndar kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi boneya şermezarkirin 15'mîn salvegera komploya navnetewî a 9'ê Cotmeha 1998'an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhat û bu sedem ji Sûriyeyê derbikeve, her wiha piştî 4 mehan ji aliyê hêzên emperyalîst ve dîl hate girtin, çalakî hate li darxistin. polîsên AKP'ên xwe li çalakiyê ranegirtin êrîşî ciwanan kirin.

Di encama êrîş de şer û pevçûn derketin. Polîsan li Taxa Kişlayê guleyên plastîk bikar anîn û 4 kes birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûn bi alîkariya hevalên xwe li qada şer hatin dûrxistin. Di dema êrîşan de polîs ketin qada lîstika zarokan û bombeyên gazê avêtin. Ji ber bombeyên gazê agir bi lîstokên zarokan ket. Xwediyê qada lîstika zarokan Nurettîn Engîn diyar kir ku, polîs bi panzêran nêzî qada lîstikê bûne û wiha got: "Polîsek çeka xweya bomba gazê derxist û dirêjî lîstokên zarokan kir û berdan lîstokan. Bi berdanê re agir bi qadê ket. Ji bo ku ez di cejnê de nan bibim mala xwe, min qada listikê xwemlandibû, lê polîsan amûrên ku ez pê debara xwe dikim agir berdayê û şewitandin."

Pevçûnên ku sibê destpêkirin hîn jî berdewame.