Li Geverê bîranîn û pevçûn

Li Geverê bîranîn û pevçûn

Li Geverê gerîlayên HPG'ê Alî Sabuncu, Mehmet Tekîn û Necman Bor û şaredarê Geverê yê berê Hetem Îke li ser gora xwe hatin bîranîn û piştî bîranînê li navenda navçeyê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket.

Gerîlayê HPG'ê Alî Sabuncu, (Armanc Cîlo), di 19'ê mijdara 2003'an de li herêma Qizilxaç ya Mûşê di encama pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dabû û şaredarê Geverê yê berê Hetem Îke ku di 27'ê Îlona 2007'an de jiyana xwe ji dest dabû û gerîlayê HPG'ê Mehmet Tekîn û Necman Bor ku li Geverê di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ser gora xwe hatin bi bîranîn. Serokê BDP'a Geverê Naîl Durmaz, şaredarê Geverê Ercan Bora, şaredarê Bajarokê Hurşît Altekîn, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, MEYADER li ber avahiya BDP'ê gihiştin hev û li goristana Taxa Kişlayê gora Hetem Îke û Alî Sabuncu ziyaret kirin.

Li ser goristanê piştî deqîqeyek rêzgirtinê endamê MEYADER'ê Sadullah Duzen axivî û diyar kir ku, dê têkoşîna rêhevalên xwe bidomînin. Piştî bîranîna li vir girse çû goristana Taxa Orman û gorên Mehmet Tekîn û Necman Bor ziyaret kirin. Piştî xwendina diayan mewlûd hat dayîn.

Piştî bîranînê endamên YDG-H'ê xwestin meş li dar bixin û polîsan bi bombeyên gazê û mermiyên plastîk mudaxeleyî meşa ciwanan kir. Ciwanan jî bi kevir, fîşekên hewayî bersiv da polîsan û pevçûn rûda. Esnafan derabeyê dikanên xwe girtin, hat hînbûn ku di dema bûyeran de zarokekî 12 salî hatiye binçavkirin. Polîsan berê çek dan gel û li navçeyê bûyer didomin.