Li Geverê di bin barîna berfa zêde de pevçûn

Li Geverê di bin barîna berfa zêde de pevçûn

Piştî merasîma cenazeyê Bemal Tokçu yê ku ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, dinavbera ciwan û polîsan de pevçûnên ku derketin  bidawî bûn.

Îro piştî merasîma cenazeyê Bemal Tokçu yêkû ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, dinavbera ciwanên Geverê û polîsan de pevçûn derketin. Polîsên Tirk bi bombeyên gazê û mermîmiyên pilastîk mudaxeleyî ciwanan kirin. ciwanan jî bi keviran bersîv dan polîsan. Tevî berfa zêde jî heya saetên direng yên êvarê dinava ciwan û polîsan  de pevçûn berdewam kirin. piştî ku dinya tarî bû pevçûnên ku heyîn bidawî bûn.

Hêjayî bi bîranînêye ku, di 7’ê kanûnêde piştî merasîma cenazeyê Mehmet Reşîd Îşbilir û Veysel Îşbilir, polîsên Tirk mûdaxeleyî girseyê kiribûn. Di mûdaxeleya polîsan de Tokçu bi guleya polîsan bi giranî ji serê xwe birîndar bibû û ew rakirbûn nexweşxaneya Wanê. Di 11’ê Kanûnê de jiyana xwe jidest da. Di rapora pêş Otopsîde hatibû piştrastkirin ku Tokçu bi çekê ji serê xwe derbe xariye û jiyana xwe jidest daye.