Li Geverê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Geverê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Geverê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di navbera ciwanên ku êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û polîsan de pevçûn derket.
Bi sedan ciwanên li sêrêya girtîgeha berê ya Geverê hatin gel hev êrîşên çeteyên DAIŞ ên dijî Kobanê û piştgiriya hikûmeta AKP’ê ya ji çeteyan re bi meşekê heya Caddeya Cengîz Topel şermezar kirin.
Ciwanên ku bi molotofkokteyl û fîşekên hewayî êrîşî polîsên li Taxa Eczaneler kirin, polîsan destpêkê gule berdan hewayê, paşê jî bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin. Pevçûnên piştî êrîşê derketin didomin. Esnafên navçeyê dikanên xwe girtin. Jinek ji ber gaza zêde ya polîsan avêt bandor bû rakirin nexweşxaneyê û li navçeyê bûyer didomin.