Li Geverê Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş hat vekirin
Li Geverê Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş hat vekirin
Li Geverê Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş hat vekirin
Piştî Amed û Cizîrê xwendekarên Geverî jî li dibistana bi Kurdî dest bi dersan kirin. Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş bi dahol û zirne hat vekirin.
Dibistana bi Kurdî ya li Geverê bi meş û merasîmekê hat vekirin.
Di merasîma vekirinê de Hevşaredarên Geverê, rêveberên DBP'ê yên Navçeyê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Nûnerên Egîtîm Senê yên Geverê, nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl, rêveberên Kurdî-Der û gelek kesên din amade bûn.
Gelek kesên li Xaçerêya Girtîgeha Berê ya li Kolana Cengîz Topel hatin cem hev, heta Midûriyeta Perwerdeya Milî bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dest bi meşê kirin.
Ji nûnerên Kurdî-Der ê Geverê Denîz Bulbîn li vir axivî û got, "Em xwedî li zimanê xwe ye dayikê ku mafê me yê herî xwezayî ye derdikevin. Em ê îro dibistana xwe ya bi zimanê Kurdî perwerdeyê bide 'Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş vekin. Li tevahiya gelê me pîroz be."
Girseya gel piştî daxuyaniya çapemeniyê, li ber Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a li Taxa Esenyûrtê hatin cem hev.
Dibistan ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat vekirin. Hat ragihandin ku dê û bavê zarokan di roja destpêkê ya perwerdeyê de li cem zarokan bûn.
Li dibistana ji 4 dersxaneyan 100 xwendekar wê perwerdeyê bibînin.