Li Geverê ji YDG-H’yê bo Hefteya Qehremaniyê bername

Li Geverê ji YDG-H’yê bo Hefteya Qehremaniyê bername

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê  tevgera ciwanên YDG-H bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê bernameya bîranînê pêk anî.

Bername li taxa Yeşîldere li ber mizgerfta Haci Abdullah pêk hat. Li qadê alên konfederalîzmê û YDG-H hatin daliqandin û li dîwarê mizgeftê jî pankarta ‘Jiyaneke bê serokatî em jiyan nahesibînin’ hat daliqandin.

Ciwanan li dora qadê barîkat avakirin û serokê BDP’a Geverê Naîl Durmaz, wekîlê şaredar Aydin Oyman û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî bûn.  Ciwanan li agir pêxistin û li dora agir goven gerandin, dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ qêriyan.

Di bîranînê de  sînevîzyoneke ku  jiyana Fermandar Egîtû 15 gerîlayên jin yên li navçeya Xîzana Bedlîsê jiyana xwe ji dest dan hat nîşandan.