Li Geverê liv û tevgera leşkerî

Li Geverê liv û tevgera leşkerî

Li navçeya Colemêrg Geverê, artêşa Tirk bi helîkopteran leşkeran datîne ser girên stratejîk.

Li navçeya Colemêrg Gever duh bi şev saet de 23.00’ê şevê de liv û tevgera leşkerî destpê kir û heta sibehê berdewam kir. Li gorî zanyariyên ji herêmê hatine girtin, 6 helîkopteran leşker veguhastine bejahiya gundên Meşgan, Muşan, Gavlegund, Yekmala Serî û Guçe ku ser bi navçeya Geverê ne. Hat hînbûn ku leşker li xalên stratejîk hatine bicihkirin. Hate zanîn ku leşkeran li Zîviya Sîvî û tepeyê Gurcîn danîne xwarê. Li gor heman serçaveyan, helîkopter bi awayek nizim di ser gundan re firiyane û heya sibehê li ser herêmê geriyane.

Danê sibehê jî gelek maşînên zirxî yên leşkerî şandine herêmê û leşkerên ku bi helîkopteran li ser giran bicih kiribûn bi maşînên zirxî vegeriyane. Li gorî kesên dîtine, li ser hinek girên stratejîk hîna hinek leşker tê de mane.