Li Geverê meşa meşaleyî

Li Geverê meşa meşaleyî

Li Geverê bi meşa meşaleyî 14’mîn salvegera anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê şermezar kirin.

Gelek ciwanên ku li ocaxa tenduristiyê ya berê ya li taxa Ormanê ya Geverê hatin cem hev, meşale pêxistin û ber bi Taxa Kişla ve meşiyan. Koma ku wêneyên Ocalan hilgirtin sloganên “Bijî Serok Apo”, Ocalan, Ocalan” , “Bimire komploya 15’ê Sibatê” qîr kirin. Koma ku heya Mizgefta Navendê ya Taxa Kişlayê meşiyan, piştre belavbûn.