Li Geverê meşa Şoreşa Rojava

Li Geverê meşa Şoreşa Rojava

Li Geverê di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Geverê de wê Meşa "Silavkirina Şoreşa Rojava" bê lidarxistin. 

Di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Geverê de roja Yekşemê bi beşdariya welatiyên ku ji Colemêrg, Şemzînan, Çelê, Bajêrgeh û Xiravat werin wê meşa "Silavkirina Şoreşa Rojava" bê lidarxistin. Têkildarî mijarê ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Geverê ve daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Em wek gelê kurd diyar dikin ku em ligel gelê xwe yê Rojava ne û destketiyên wan wek destketiyên xwe dibînin." Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 22'ê Kanûnê saet 11.00'an de li ber "Li hember komkujiyên sivîl konê berxwedanê" yê li Taxa Kişla wê meşa wan destpê bike û heta navenda navçeyê bidome. Di daxuyaniyê de banga tevlîbûnê li gel hat kirin.