Li Geverê polîs êrîşî gelê ku li benda cenazeyê bû kir

Li Geverê polîs êrîşî gelê ku li benda cenazeyê bû kir

Polîsan êrîşî girseya ku ji bo pêşwazîkirina cenazeyê şervanê YPG'ê Ozel Atak (Çiya Leylo) yê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li hev civiyabûn kir. Piştî êrîşa polîsan li navçeyê pêvçûnan destpê kir.

Şervanê YPG'ê Ozel Atak (Çiya Leylo) ku roja 16'ê Îlonê di şerê li gundên Şermûx û El qesayîp ên Qamişloyê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Atak ji bo definkirinê ber bi Gevera Colemêrgê ve birin. Cenaze li ser Pira Şakîtanê ya 20 km dûrî Geverê ye bi girseyî hat pêşwazîkirin. Bi sedan wesatîyên ku çûn pêşwazîkirina cenaze, esnafan jî derabeyên dikanên xwe girtin.

Li ser girtina derabeyan ciwanan ber bi Otela Osloyê ve dest bi meşê kirin. Polîsan li ber otelê bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî ciwanan kirin, ciwanan jî bi kevir û molotofan bersiv dan êrîşa polîsan.

Şer û pevçûna ku li Geverê derketiye didome.