Li Geverê polîs û leşkeran êrîşî xwendekaran kir
Li Geverê polîs û leşkeran êrîşî xwendekaran kir
Li Geverê polîs û leşkeran êrîşî xwendekaran kir
Bi hezaran xwendekarên bertek nîşanî bûyera Mizgîn Bîngol ya ku bi wesayîta leşkeran birîndar bûyî dan û pêşiya karwana leşkeriyê ya ji Şemzînan vedigeriya birîn. Leşkeran gule berdan hewayê û xwestin girseyê belav bikin û girseyê ji wesayîtên leşkeran dan ber keviran.
Duh di demjimêrên nîvro de wesayîta zirxî ya leşkeriî li ber Dibistana Amadeyiya Îsmet Alkan a Anadolu ya li ser kolana Îpekyolu ya navçeya Gevera Colemêrgê li ciwana 17 salî Mizgîn Bîngol xist. Wesayîta zirxî ku wekî "kobra" tê zanîn piştî li Mizgîn Bîngol qebiland, Bîngol bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê. Ji vir jî Bîngol bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. Bi hezaran xwendekar ji bo Bîngol bi kincên dibistanê, pirtûk û lênûskan li ber Otela Osloyê kombûn. Rêxistina BDP'ê ya Geverê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî piştgirî dan xwendekaran.
Xwendekaran dowîzên "Destên dirêjî Mizgînê dibin bişikên", "Heke qeza be çima mudaxele lê nekirin", "Heke qeza be çima reviyan" û "Îro Mizgîn sibê em" hilgirtin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan qîriyan û heta duryana girtîgeha kevin meşiyan. Xwendekar ji bo daxuyaniyê bidin çapemeniyê careke din vegeriyan ber Otela Osloyê. Xwendekaran pêşiya karwana leşkeriyê ya ji Şemzînan vedigeriya bi çalakiya rûniştinê birîn.
Xwendekaran slogana "Leşker me jî weke Mizgînê bitepisîne" qîr kirin û bi bîsîkletên 3 tekere bend avakirin. Li ser vê yekê leşkeran gule berdan hewa. Di vê demê de ciwanên rupûş wesayîtên leşkeran dan ber keviran. Helîkopteran leşkeran jî li ser xwendekaran firiya. Dema çalakiya xwendekaran a rûnşitinê berdewam dikir polîsan jî bi wesayîtên zirxî alan dorpêç kirin. Polîsan pişt re gule berdan hewayî û bi bombeyên gazê êrîşî xwendekaran kir.
LEŞKER Û POLÎSAN BI HEV RE ÊRÎŞ KIR
Xwendekarên ji ber bombeyên gazê yên polîsan bi bandor bûyîn çalakiya xwe rûniştinê xilas kirin û karwana leşkeran bîskîleta 3 tekere perçiqand û çû aliyê polîsan. Careke din rayedarên polîs û leşkeran gule berdan hewayê û bi bombeyên gazê êrîşî xwendekaran kir. Xwendekaran jî bi keviran bersiva wan da. Piştî wesayîtên leşkeran dûr ketin xwendekar careke din li ber Otele Osloyê hatin cem hev. Xwendekar amadekariya daxuyaniyê bidin çapemeniyê dikin.