Li Geverê polîsan bi bombeyên gazê êrişê nexweşxaneyê kir

Li Geverê polîsan bi bombeyên gazê êrişê nexweşxaneyê kir

Di encama gulebarana polîsan a li ser girseya ku li navçeya Colemêrgê Geverê êrişên li dijî gorên gerîlayan şermezar dikirin de du kesên bi navê Reşît û Veysel Îşbilir jiyana xwe ji dest dan.

Meşa girseyî a ku li Taxa Orman a Geverê ji bo protesto kirina êrişên ku 2 mehin li ser gorên 8 gerîlayên HPG’ê pêk hat polîsan bi guleyan êrişî girseyê kirin.

Girseya ku li goristanê hatin gel hev di navde Serokê BDP’ê yê Navçeya Geverê Nail Durmaz, Serokê Şaredariya Geverê Ercan Bora, rêveberên BDP’ê yên navçê, endamên meclisa şaredariyê, endamên Meclisa Giştî a Navçê, MEYADER, TUHAD-FED, KURDÎ-DER, Komeleya Çand û Hunerê a Geverê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û li gel muxtarên taxan bi hezarn kes tevlî meşê bûn. Girên ku li pêşberê goristanê ciwanan alên PKK’ê lê daliqandin. Du alên PKK’ê û KCK’ê yên ku pêştir hatinbûn jêkirin cardin hatin daliqandin. Jin û zarokan gûl danîn ser goran. Girse li ser goran bi sirûda “Ey Reqîp” deqeyek rêzgirtin pêk anîn û pankartên weke “Dewleta Tirk cardin destdirêjî şehîdên me neke” û “Yan em niha xwedî li goristanên xwe derkevîn yan jî ne ti carî” hatin vekirin.

Endamê YDG-H’ê yê ku rûyê wî girtî di nava posterên Ocalan û alên PKK’ê de daxuyanî da wiha got: “Şehîd nûnertiya jiyana bi rûmetin. Êrişên li dijî şehîdên me weke ciwan sebra me gehiştiye dawiyê. Em vêna bi zelalî û diyar tînin ziman ku ji vir şûnde êrişekî herî biçûk a li dijî şehîdên me em wê li ser bingehê parastian rewa hemû derfetên xwe yên parastinê bi kar bînîn, yên ku êrişê dikin kî dibe bila bibe wê bi şeklekî herî giran bêne ceza kirin. Dewleta Tirk û heval bendên wê yên xwecih bila xeta me a sor derbaz nekin.”

Kom piştre di taxên Orman û Kişla re derbaz bûn û hatin pêş Otela Oslo. Li vir ji rêveberên MEYADER’ê yê Geverê Îdrîs Kirkagaç daxuyanî da û nerazîbûna xwe li hemberî xerab kirina goran anî ziman.

Di dema daxuyaniyê de polîsan bêy ti hişariyek bikin bi bombeyên gazê û ava şil êrişî girseyê kirin.

Êrişa polîsan ciwanan bi molotofkoteylan û guleyên hewayî bersiv da û pevçûn demekî dirêj dewam kirin.

Di pevçûnan de di encama gulebarana polîsan de du kesên birazî û mam yên bi navê Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir jiyana xwe ji dest dan.

Cenazeyên ku hatin rakirina Nexweşxaneya Dewletê a Geverê polîs ewlehiyên mezin digirin.

Du kesên ku di encama êrişa polîsan de jiyana xwe ji dest dan Reşît Îşbilir yê 35 salî mamê Veysel Îşbilir yê 34 saliye û di sanayiyê de weke karker di xebitîn. Reşît ustayê hesin û Veysel jî ustayê motoran bû.

DU GULE BI DILÊ WÎ KETINE

Li gorî DİHA’yê li herêmê ji şahidên ku di dema rakirina cenazeyan a morgê de di bedena Reşît Îşbilir de şopên du goleyan hene, yek bi destê wî yê çepê a din jî bi dilê wî ketiye, diyar kir. Piştî ku welatiyan bîhîst herdu kesan jiyana xwe ji dest dane ber bi Nexweşaneya Dewletê a Geverê ku cenaze lê dihatin ragirtin ve meşiyan.

BOMBEYÊN GAZÊ AVÊTIN NEXWEŞXANEYÊ

Pêşiya nexweşxaneyê bi tevgera polîsên teybet û wesayitên zirxî hatiye dorpêç kirin. Xizmên birazî û mamên ku jiyana xwe ji dest dayîn dema ku hatin nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin. Di vê kêliyê de bi bombeyên ku polîsan avêtin nava nexweşxaneyê nexwş û welatiyên ku li nexweşxaneyê bi şêweyekî giran jê bandor bûn. Piştî nîqaşên ku di navbera welatî û rayedarên emniyetê de derket de polîsên tevgera teybet yên ku hewildidan bikevin nexweşxaneyê derî û pencereyên beşa lezgîn bi quntaxên çekan şikandin û ketin nexweşxaneyê.

Di dema pevçûnê de Serokê BDP’ye Navçeya Geverê Nail Durmaz dema ku hate nexweşxaneyê polîsan hewilda binçav bikin lê ji aliyê gel ve bi nerazîbûnekî mezin hate nîşan dan. Nîştecihên navçeyê yên ku nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan dayîn polîsan bi bombeyên gazê mudaxeleyê girseyê kir. Pevçûnên di navbera girsê û polîsan de berdewam dikin. Di vê demê de rayedarên Walitiyê ragehandin ku du kes birîndar bûne. Li aliyê din jî hat hînbûn ku Dozgerê Komarê ji opopsiyê hatiye nexweşxaneyê.