Li Geverê polîsan êrîşî ciwanan kirin
Li Geverê polîsan êrîşî ciwanan kirin
Li Geverê polîsan êrîşî ciwanan kirin
Li Geverê, ciwanên 15'ê Tebaxê pîroz dikin, rastî êrîşa polîsên Tirk rast hatin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, 15'ê Tebaxê li Parka Mûsa Anter tê pîrozkirin. Komeke qelebalix a ciwanan, pîrozbahiya xwe li navenda navçeyê jî dewam kir, lê belê li êrîşa polîsan rast hat.
Ciwan bi dirûşman ber bi navenda navçeyê ve meşiyan, lê polîsan bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk êrîşî wan kirin. Ciwanan jî li ser rê, bi konteynirên çopê bend danîn û bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan.
Pevçûnên demeke dirêj li ser rê dewam kir, li taxên Yeşîldere, Kişla û li ser rêya Şemzînanê belav bûn. Pevçûnên navbera polîs û ciwanan dewam dikin.