Li Geverê polîsan êrîşî meşa “perwerdeya zimanê dayîkê” kir
Li Geverê polîsan êrîşî meşa “perwerdeya zimanê dayîkê” kir
Li Geverê polîsan êrîşî meşa “perwerdeya zimanê dayîkê” kir
Meşa ku li Geverê bi daxwaza astengiyên li pêşiya “perwerdeya zimanê dayîkê” bêne rakirin hate darxistin, polîsan êrîş kir.
Li navçeya Gever ya Colemêrgê piştî ku ji aliyê KURDÎ-DER’ê ve ji bo astengiyên li pêşiya “perwerdeya zimanê dayîkê” bên rakirin pêkhat û girse xwest ber bi navenda navçeyê ve bimeşe polîsan êrîş kir.
Polîsan bi bombeyên gazê, ava şit û guleyên plastîk êrîşî girseyê kir, piştre ciwanên li ser tîşortên wan YDG-H li ser nivîsî, molotof, kevir û bombeyên deng avêtin polîsan. Hemû esnafan dikanên xwe girtin û pevçûn didomin.