Li Geverê şahiya Ciwanên YDG-H’ê
Li Geverê şahiya Ciwanên YDG-H’ê
Li Geverê şahiya Ciwanên YDG-H’ê
Li Geverê ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Şoreşger (YDG-H) ve şahiyeke piştevaniyê hat lidarxistin.
Li Geverê ji aliyê Meclîsa Ciwanan a YDG-H ve şahiya piştevaniyê hat lidarxistin. Di şahiya ku li Parka Çandê ya Musa Anter a li Taxa Kişla hat lidarxistin de Serokê Rêxistina Geverê ya BDP’ê Naîl Durmaz, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Serokê bajaroka Bajergeh Tahsîn Kaya, nûnerên MEYA-DER, KURDÎ-DER, Komeleya Çand Huner a Geverê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Kooperatîfa Jin a Geverê û TUHAD-FED’ê beşdar bûn.
Bi sedan ciwan jî di şahiyê de amade bûn. Li qada şahiyê pankartên “Wê ciwanên Kurdistanê ji bo azadiya Kurdistan bijîn, ji bo azadiya Ocalan şer bikin” , “Me bi Rêber Apo re destpêkir em ê bi Rêber Apo re bi ser bikevin”, “Em destketiya Rojavayê Kurdistane silav dikin”, “Ji hikûmeta AKP’ê hêvîkirina çareseriyê xeflet e” hatin daliqandin. Her wiha Ala Komalên Ciwan a mezin û wêneyên 3 siyasetmedarên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin li qadê hatin daliqandin. Li qada şahiyê ji aliyê TUHAD-FED ve ji bo serbestberdana girtiyên nexweş standa îmzeyan hat vekirin. Şahî ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqiqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di şahiyê de Serokê Rêxistina BDP’ê ya Geverê Naîl Durmaz axivî. Durmaz da xuyakirin ku pakêta ji aliyê Serokwezîr ve hat aşkerakirin bi qasî ku tiştek neda kurdan bi kêrî çareserkirina pirsgirêka kurd jî nayê. Durmaz bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî. “Gelê kurd wê ji azadiya Rêberê xwe, têkoşîna ji bo statuya Kurdistan, perwerdeya bi zimanê dayikê tawîz nede. Çi berdêl bên xwestin jî amade ye bide. Erdogan bixwaze jî nexwaze jî neçar e daxwazên gelê kurd bîne cih.”
Şahî bi stranen Koma Ciwanên Gever berdewam kir.