Li Geverê serdegirtina malan: 4 binçavî

Li Geverê serdegirtina malan: 4 binçavî

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin.

Polîsên tîmên taybet li taxa Gungor, Cumhuriyet, Kişla û Yeşîldere yên navçeya Geverê ya Colemêrgê di ser malan de girtin. Li gorî agahiyan heta niha 4 kes hatine binçavkirin. Silêman Sarica, Abîdin Guneş, Azad Usçuk û Akîf Terzîoglu bi hinceta di 15'ê Sibatê de kevir avêtin polîsan hatin binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Geverê.