Li Geverê sewqiyata leşkerî didome

Li Geverê sewqiyata leşkerî didome

Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi navçeya Şemzînanê ve sewqiyata leşkerî û melzemeyên leşkerî berdewam dike.

Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi navçeya Şemzînanê ve sewqiyata leşkerî û melzemeyên leşkerî ya bi wesayîtên bi navê kirpî didome. Karwana ji 21'emîn Fermandariya Tumen Sînor ya Geverê derket ber bi Şemzînan ve bi rê ket. Di Karwanaa li navenda Geverê re derbazbû de wesayîtên Jammer ên frekansan xirab dikin jî hebûn. Hate hînbûn ku leşkerên ji bajarên rojava anîn jî li qereqolên sînor hatin bicihkirin.