Li Geverê zarokan dîrekê mobeseyê dan ber agir
Li Geverê zarokan dîrekê mobeseyê dan ber agir
Li Geverê zarokan dîrekê mobeseyê dan ber agir
Li Geverê zarokên ku bend danîn û dîrekên mobese dan ber agir, rastî êrîşa polîsan hatin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê zarokan bi wesîleya cejnê ku serê sibê şekir kom kirin, di demjimêrên pêş de li navenda bajêr bend danîn û dirûşmayên ku dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê re tînin ziman qîr kirin. Zarokan dîrekên ku kamerayên mobese li wan hatine montekirin dan ber agir, rastî êrîşa polîsan a bi ava şid, bombeyên gazê hatin. Zarokan jî bi keviran bersiva polîsan dan. Ji ber êrîşa polîsan gelek malbat û zarok ji bombeyên gazê bandor bûn.
Ji bo bidawî anîna bûyeran rêveberiya BDP'ê ya Geverê û Şaredarê Bajarokê çûn cihê bûyerê bi zarok û polîsan re hevdîtin pêk anîn.
Bûyer bi navbeynkariya BDP'yiyan bi dawî bûn.