Li Gimgim û Elkê tevger û kontrolên leşkerî
Li Gimgim û Elkê tevger û kontrolên leşkerî
Li Gimgim û Elkê tevger û kontrolên leşkerî
Artêşa Tirk, leşkeran vediguhestîne bejahiya Gimgimê, li Elkê jî li ser rê kontrolan dikin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Tirk hejmareke zêde leşker û alavên leşkerî li bejahiya navçeya Mûş Gimgimê bicih kiriye. Hat ragihand ku ev veguhestin bi giranî li gundên Çaylar, Konal û navenda Gimgimê tên kirin. Tê gotin, liv û tevgera leşkerî ya li derdora van gundan dewam dike.
Li navçeya Şirnex Elkê jî, kontroleke dijwar a li ser rêyan heye. Hat hînbûn, ev çend rojin li ser rêyên derdora navçeyê nuqteyên kontrolê yên leşkerî hatine danîn û li van nuqteyan hemû wesaît tên kontrolkirin.