Li Gimgimê ciwan li dijî asîmîlasyonê meşiyan

Li Gimgimê ciwan li dijî asîmîlasyonê meşiyan

  Endamên Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Gimgim pêkanînên narkotîk, asîmîlasyon, sîxurkirin, dejenerekirin, fihûş û mijokdariyê şermezar kirin û gotin, "Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê rewşên wek alkol, narkotîk û fihûşê yên di aliyê exlaq de civaka me dixinîn ji Kurdistanê biavêjin."

Endamên Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Gimgim bi şîara "Ji pêkanînên dagirkeriyê re bes e" li hemberî narkotîk, asîmîlasyon, sîxurkirin, dejenerekirin û fihûşê meşek li dar xistin. Ciwanên ku li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Gimgimê kom bûn heta Qada Newrozê meşiyan. Di meşê de posterên Endamê MLKP'ê Serkan Tosun û Endamê YPG'ê Çagdaş Kaya hatin hilgirtin. Di meşê de bênavber dirûşmayên "Şehîdên Rojava bêmirin in" hatin berzkirin.

Her wiha meşê de pankartên "Ji pêkanînên narkotîk, asîmîlasyon, sîxurkirin, dejenerekirin, fihûş û mijokdariyê re bes e", "Ji pêkanînên dagirkeriyê re bese", "Bi berxwedana ji Rojava bilind dibe em ê Rêber Apo azad bikin" û "Rêbere azad, ciwanên azad, welatê azad û dahatûya azad" hatin vekirin. Di meşa ku dirûşmayên " Bijî Serok Apo", "Ocalan", ,"PKK gel e gel li vir e", "Bijî YPG" û "Nêzîkatiya ji Ocalan re sedema me ya şer û aştiyê ye" hatin gotin de, parlamenterê Mûşê yê BDP'ê Demîr Çelîk, Endamê Desteya Rêveberiya Meclîsê ya BDP'ê Pelîn Yilmaz, Şaredara Gimgimê Gulşen Çelebî, rêveberên BDP'ê yên Melezgîrt, Kop û Gimgimê ku amade bûn bi sedan hemwelatî beşdarî meşê bûn.

Endamê Meclîsa Ciwanan a BDP'ê Mehmet Yilmaz ku li Qada Newrozê ji girseyê re axivî got ku li hemberî polîtîkayên fihûş, alkol, narkotîk ên rêbazên şerê qirêj ê sîstemê ne, dimeşin û wiha got, "Em bang li gelê xwe dikin da ku li hemberî van êrîşan hişyar bin û rê nedin rêbazên bi vî rengî. Ciwan dahatû ne. Em ê wek Meclisa Ciwanan a BDP'ê li hemberî van êrîşan heta dawiyê şer bikin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê rewşên wek alkol, narkotîk û fihûşê yên di aliyê exlaq de civaka me dixinîn ji Kurdistanê biavêjin."

Piştî Yilmaz, Parlamenterê Mûşê yê BDP'ê Demîr Çelîk axivî. Çelîk polîtîkayên AKP'ê rexne kir û got, "Ji bo careke din mirin çênebin û hûn nexwazin kes bigirîn li qadan dengên xwe tevlî dengên me bikin. Dilê xwe bi dilê me re bikin yek da ku em ji zalim re bêjin bes e û rêya dawîanîna zalîman bînin. Ciwan dahatûya me ne, em li dahatûya xwe xwedî derkevin."

Piştî axaftinan bi sedan mirov careke din ber bi avahiya BDP'ê ya navçeyê meşiyan.