Li Gimgimê operasyona leşkerî

Li Gimgimê operasyona leşkerî

Li gundên Gimgimê serê sibê operasyona leşkerî hate destpêkirin.

Li gorî agahiyan li qadên Girê Boga û Kevir Gom a di navbera gundên Corsan, Çaglek, Qulan û Gulîceyê yên li ser sînorê navçeya Kanîreşê ya Çelîkê yên girêdayî navçeya Gimgimê ya Mûşê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hate ragihandin operasyona serê sibê dest pê kir gelek leşker beşdar dibin û operasyon berdewam dike.